May 17, 2019 19:13 Asia/Tehran
  • Li Tirkîyê fermana girtina 49 kesî hat dayînê

Li Tirkîyê fermana girtina 49 kesî bi tawana peywendîya digel Koma Gulen hat dayînê.

Ligorî rapora malpera TRT`ê, Dozgerîya Bûrsayê di çarçova lêkolînên derheq şebekeya nihênî ya alîgirên Koma Gulen li nav Artêşa vî welatî de, fermana girtina 49 kesî li 25 parêzgehên Tirkîyê da.

Bi dû derbeya serneketî ya leşkerî di 16`ê Tîrmeha sala 2016`an de, bi dehan hezar kes bi tawana peywendîya digel Koma Gulen li vî welatî hatine girtinê û zêde ji 120 hezar kesî jî ji karên dewletê hatine derxistinê.