May 17, 2019 17:36 Asia/Tehran
  • Parêzerên Ocalan gotinên Wezîrê Dadwerîya Tirkîyê derew derxistin

Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê amajeyî meseleya qedexeya hevdîtina Ocalan û parêzerên wî di çend salên dawîyê de kir û got: Berî vîya biryara bisînorkirina hevdîtinên Ocalan digel parêzerên wî hatibû dayînê lê, ew bisînorkirin hatîye rakirinê. Buroya Hiqûqê ya Asrin ku buroya parêzerên Abdullah Ocalan e jî, ragihand ku piştî hevdîtina 2`yêê Gulanê, li ser daxwazên wan ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bersiveke erê yan jî na ji Wezareta Dadwerîya Tirkiyê wernegirtine.

Ligorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkîyê Ebdulhemîd Gul got: Hin qanûnên derbarê qedexeya hevdîtinên digel Ocalan hatine rakirinê û imkana hevdîtinê ji vir pê ve heye. Ligorî qanûnan di demên kivş da heke gefên ewlehîyê hebin, hevdîtin dikarin werin bisînorkirinê.

Eva di halekî da ye ku ligorî rapora Televîzyona Rûdawê, Parêzerên Abdullah Ocalan piştî daxuyaniya Abulhamit Gul eşkere kirin ku piştî hevdîtina di 2`yê Gulana 2019`an de, wan her roj bi merema hevdîtinê seredana Wezareta Dadwerîyê kirîye, lê hêj hevdîtinek pêk nehatiye.

Parêzerên Ocalan herwiha diyar dikin ku bi hinceta cezaya dîsîplînê ya roja 22`yê Nîsana 2019`an, daxwazên serdana malbata Abdullah Ocalan bo Îmraliyê, bi biryara dadgehê tên astengkirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê destnîşan dikin ku ew daxuyaniya Wezîrê Dadwerîyê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul weke îfadekirina pêwîstiyên hiqûqî dibînin û bang li hemû saziyên muhakimekirin û îdarî dikin ku li gor hiqûqê serederîyê bikin.