May 17, 2019 14:00 Asia/Tehran
  • Yeni Asya: AKP heta niha di bin zoreke ewqas de nebûye

Rojnama Yeni Asya çapa Tirkîyê di sernivîsara xwe da radigihîne ku Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) heta niha di bin zoreke ewqas de nebûye û hewil dide bi her awayî be di hilbijartinên 23`yê hezîranê de ser keve.

Kazim Guleçyûz di vê meqaleyê de dinivîse: Partîya serdest (AKP) ku pêrgî firka ji ber işkesta li Istenbolê di çarçova hilbijartinên şaredarîyê di 31`ê Adarê de bû, niha dixwaze ku bi êrişeke nû di 23`yê Hezîranê de her çawan be di wan hilbijartinan de ser keve, lewma heta niha di bin zoreke ewqas de nebûye. Ji alîyekî va hewil dide dilê kesên ji vê partîyê xeyîdî bi dest bixe ji alîyekî va jî em dibînin ku Serokomar (Erdogan) dûrxistina Dawûdoglu û Gul ji AKP`ê didomîne ew jî bi hevoka ``bêyî ku em dostekî ji xwe dûr bixin an aciz bikin, em ê rêya xwe bidomînin.``

Bi gellek fêl û rêbazan hewil dan ku hilbijartinan ibtal bikin lê hela jî tu gotinek wan derbarê hegera vî karî da tinene. Helbet serokê AKP`ê hewil dide hin tiştan ji endamên partîya xwe ra bêje û dibêje: Me qanûn pejirand ku ligorî wê serokên sandiqan ji erkdarên xizmetkar di sazîyên giştî da bin. Me ev qanûna danî lê di hilbijartinan de nehate berçavgirtinê.

Lê eva ku ev derfeta yê ser xêra AKP`ê be yan yê bibe sedema qelişîna zêdetir di nav partîya serdest da yan na, em ê wana dema ku encamên hilbjartinên Istenbolê hatin ragihandinê bibînin. Niha wesfa herîbaş a têkildarî halê AKP`ê ew gotina birêz Taşgetiren e ku got: AKP`ê ji dema damezirînê ve heta niha evqasî neketibû atmosfera rewanî ya xweparastinê.