May 16, 2019 18:37 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ser kirrîna sîstema mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê got: Demajoya kirrîna sîstema mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê nehatîye sekandinê û paşda nakeve jî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu îro derbarê ihtimala paşdaketina demajoya radestkirina sîstema mûşekî ya S-400 a Ûrsêtê de got: Mijara paşdaketin an rawestandina wergirtina sîstema mûşekî ya S-400`ê di rojevê da nîne ji ber ku kirrîna wê sîstemê ji Ûrsêtê teqil e û demajoya xwe derbas dike.

Hefteya buhurî jî Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan got: Enqere tevî gef û neyarên Waşîngtonê, yê sîstema mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê bikire.

Peymana firotina sîstema mûşekî ya S-400`ê ya Ûrsêtê bo Tirkîyê di Kanûna sala 2017`ê de hat wajokirinê.