Nîsan 19, 2019 17:56 Asia/Tehran
  • Bi biryara Erdogan bi dehan berpirs ji AKPê hatin derxistin

Bi biryara serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) li 81 parêzgehên Tirkiyê û yên kurdî li vî welatî bi dehan berpirsên AKPê yên bajar û bajarokan ji vê partiyê hatin avêtin.

Li gor agahiyên ji medyayê Tirkiyê ve, Encûmena Navendî ya AKPê roja bihorî di derbarê encamên hilbijartinên 31ê Adarê û rewşa navxweyî ya partiyê de civiyaye.

Di civînê de, têkildarî kêşe û kêmasiyên navxwe yên di nav AKPê de raporên ku hatibûn amadekirin, pêşkêşî Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan hatine kirin.

Hatiye ragihandin ku Erdogan di vê civînê de amaje bi wê yekê kiriye ku di hilbijartinên 31ê Adarê de li hin cihan kêmasî di berbijêrên AKPê de hebûne û di diyarkirina berbijêran de şaşî hatine kirin.

Herwiha Erdogan di vê civînê de hewl daye, moralê rayedar û rêxistinên AKPê bilind bike û ji wan re gotiye ku serkevtiyê hilbijartinên 31ê Adarê, AKPê ye, lê wan hin cih ji dest dane.

Erdogan li ser vê yekê amaje bi encamên hilbijartinan li Enqere û Stenbolê kiriye û gotiye ku li herdu bajaran jî AKPê bi rêjeyekî kêm ê dengan, encam winda kiriye.

Piştî gotûbêjkirina raporên amadekirî, Erdogan biryar da ku li 10 parêzgehan û çendîn navçeyan serokên rêxistinên AKPê ji partiyê bêne dûrixstin.

Ew endam û berpirsên AKPê bi sedema ku di dema hilbijartinan de nekarîne rola xwe bilîzin û herwiha bûne sedema nerazîbûnên xelkê yan jî alozî û nakokiyên di nava AKPê, ji vê partiyê hatine avêtin.

Li gor agahiyên ji medyayên Tirkiyê ve, guhertinên navxweyî di nav AKPê de di rojên bê de jî dê berdewam bibin û derbarê berpirsên rêxistinên AKPê yên Stenbol û Enqerê de, Erdogan dê di dema bê de biryarê bide.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de, tevî ku AKPê rêjeya herî zêde ya dengan wergirt û piraniya şaredariyên wî welatî bi dest xistin, lê herdu şaredariyên Enqere û Stenbolê ji dest dan ku du bajarên herî giring ên Tirkiyê ne. Berbijêrên CHPê li her du bajaran serketin bi dest xistine.