Kiliçdaroglu: Erdogan Kurdan wekî dijmin dibîne
Adar 24, 2019 19:19 Asia/Tehran
Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje: Erdogan Kurdan wek dijmin dibîn e.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî daxuyaniyên Erdogan ku gotibû: "Eger namzetê Enqerê yê CHPê Mansur Yavaş serbikeve ew dê qeyum deyne şuna wî" bersiv da.
Kiliçdaroglu da zanîn: Erdogan dixwaze bi gefan, kîn û nefretê welat birêve bibe.
Serokê CHPê got: Kurd kirin dijminê vî welatî û dijminahiyek mezin li hemberi Kurdan dike. Ev ji bo welatê me, xeteriyek gelek mezin e.
Pêwist e ti ferqû cêwazî di navbeyna welatiyên mê yên Kurd û Tirk de nebe, em rêzê ji hemû nasname, ayinan, reng û dengan digrin.
Serokê CHP got: Erdogan ji bo ku dengan bidest bixe, hemû kiryarên xerab dibêje û dike.