Adar 17, 2019 16:28 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Tirkiyê ser piştevaniya ji yekparçetiya axa Ukrayînê

Wezareta karên derve ya Tirkiyê piştevaniya xwe ji yekparçetiya axa Ukrayînê ragihand.

Li gor rapora ajansa nûçan a Anadooluyê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê li daxûyaniyekê bi munasibeta pêncimîn sala zêdebûna axa Krîmê li Rûsiyayê , ev yeka nîşana eşkera ya binpêbûna qayde û qirarên navnetewî daye zanîn û piştevaniya xwe ji yekparçetiya axa Ukrayînê ragihand.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku zêdekirina Krîmê li axa Rûsiyayê bi fermî nas nake û piştevanê yekparçetiya axa Ukrayînê ye.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Tirkên Tatar ên Krîmê xwedanê sereke yên Krîmê ne û Tirkiye piştevaniya wan dike ku ewna di nav ewlehiyê û li çarçîva Ukrayînê da bijîn.

Nîvgirava Krîmê li sedsalên berê ji aliyê tataran (tirkên mexûl) hatibû dagîrkirin û li sedsala 15 heya 18 jî li bin dagîrkeriya hikûmeta Osmaniyan bû û ji sedsala 18-an şûnda Rûsyayê ew dagîr kir û li dema Soviyeta berê parek ji axa Ûkrayînê bû ku li sala 2014 piştî ku rûsên vê nîvgiravê ew ji bin destê hikûmeta Ûkrayînê derxistin refrandûmek li dar xistin û sedî 90 ji xelkê wir xwestin ku bila Krîme bikeve ser axa Rûsyayê ku vî welatî jî bi îmzakirina peymanekê ew xiste ser axa xwe. Ev bûyera ji aliyê piraniya welatên cîhanê yên wek endamên Yekitiya Ewropa, Amerîka û Tirkiyê bi fermî nayê pejirandin.