Adar 17, 2019 11:43 Asia/Tehran
  • Destûra Newroza Diyarbekirê hat standin

Li Diyarbekirê a kurdên Tirkiyê destûra pîrozkirina cejna Newrozê hate standin.

Gelê Kurd li hemû bajar, bajarok û gundên xwe cejna Newrozê wek cejneke mezin pîroz dikin. Li bajarên kurdî yên Tirkiyê jî pîrozbahiyên mezin bi rê ve diçin.

Komîteya Amadekar ya bajarê Diyarbekirê da zanîn, wan ji bo pîrozbahiya sersala nû ya îranî-aryayî û cejna Newrozê, serî li parêzgeriya Diyarbekirê dabûn.

Komîteya Amadekar ya Pirozbahiya Newroza Diyarbekirê,  ji bo roja 21ê Adarê Çarşemê, destûr ji parêzgeriya Diyarbekirê wergirt. Li gorî destûra parêzgeriyê, şahiya cejna Newroz dê saet 11:00 ê destpê bike û 15:00 êvarê jî bidawî bibe.

Li deverên kurdî yên Tirkiyê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya bi sed hezaran kesan ve tê pîroz kirin û mezintirîn şahiya li hemû perçeyên Kurdî dibe, Newroza Diyarbekirê ye.