Adar 14, 2019 18:22 Asia/Tehran
  • Civîna terorîstan a li Hataya Tirkiyê hate betalkirin

Civîna ku diviyabû li bajarê Hatayê ê Tirkiyê bihata lidarxistin, piştî ku terorîstên bi navê Ceyş El-Wetenî tevlîbûna terorîstên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebheya El-Nusre) nava wan red kir, hate betalkirin.

Çavkaniyekî ji Idlibê ji ajansa Medya bakura Sûriyê re diyar kir ku civîna bi sponseriya Tirkiyê ku diviyabû di navbera fermandarên terorîstên Heyet Tehrîr El-Şam ya ser bi El-Qaîdeyê û terorîstên Ceyş El-Wetenî û fermandarên artêşa Tirkiyê de li bajarê Hatay ê vî welatî saet di 14:00’an de bihata lidarxistin, hatiye betalkirin.

Çavkaniya hanê diyar kir ku sedema betalkirina civînê ku ew e ku Ceyş El-Wetenî naxwaze tev li Heyet Tehrîr El-Şam bibe, ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam bi sedan terorîstên wan di şerên meha Sibatê de kuştin.

Tirkiye hewl dide bi riya tevlîbûna komên terorîst ên din û guhertina navê Heyet Tehrîr El-Şam, hebûna El-Qaîdeyê li parêzgeha Idlibê rewa bike.

Çavkanî diyar kir ku dema din ji bo lidarxistina civînê nehatiye diyarkirin.