Sibat 21, 2019 17:36 Asia/Tehran
  • Xwesteka cezaya hebsa hetahetaiyê ji bo çalakvanekî medenî li Tirkiyê

Sîstima dadweriyê ya Tirkiyê ji bo Osman Kavala, yek ji kesayetiyên naskirî yên civata medenî ya vî welatî, hebsa hetahetaiyê xwest.

Li gorî rapora IRIB NEws`ê ji zarê mêdyayên Tirkiyê, Osman Kavala tawanbar bûye ku hewl daye dewleta Tirkiyê têk bibe.

Cezanama vî çalakvanê medenî ji bo dadgehê hatiye şandin.

Ji bilî Kavala biryar e 15 kesên din jî werin mehkemekirin ku ji bo wan hemiyan jî her ev ceza hatiye xwestin.

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, Kavalayê ku ji zêde ji salekê beriya niha ve di hebsê da ye, bi dabînkirina pere ji bo kombûnên dijî dewletê li bihara 2013`an re tawanbar kiriye.

Medyayên piştgirê dewleta Tirkiyê jî ew bi desthebûna li darbeya serneketî ya leşkerî ya dijî dewletê li Tîrmeha 2016`an re tawanbar kirine.

Kavala ev tawanan bi awayeka teqil red kirine.