Sibat 21, 2019 16:33 Asia/Tehran
  •  Mehkûmiyeta 14 rojnamevanên Tirkiyê li dadgeha venihêrînê

Dadgeha venihêrînê ya Tirkiyê, mehkûmiyeta 14 rojnamevanan piştrsat kir.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, dadgeha venihêrînê ya Tirkiyê, mehkûiyeta 14 kes ji kedkar û rojnamevanên rojnama Cimhûriyetê ya vî welatî piştrast kir.

Kedkarên girtî yên rojnama Cimhûriyetê tawanbarê piştgiriya ji koma Fethullah Gulen in. Piştî piştrastkirina  hikmê hewsê bo kedkarên rojnama Cimhûriyetê ji aliyê dadgeha venihêrînê kesên hanê hatine guhestin bo zindanê ku hewsa xwe ya mayî derbas bikin.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane,  lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye. Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.