Sibat 21, 2019 14:13 Asia/Tehran
  • Waliyê Wanê rê neda roja zimanê dayîkê bê pîroz kirin

Li wanê Navenda Çand, Ziman û Lekolînê ( DISA-DER) 21 Sibatê bi mabesta roja zimanê dayîkê ya cîhanê xwest li parka Debbagoglu daxwuyaniyê bidin çapemeniyê, lê ji alîyê waliyê wanê ve destûr nehat dayîn.

Li wanê Navenda Çand, Ziman û Lekolînê ( DISA-DER) 21 Sibatê bi armanca roja zimanê daykê ya cîhanê xwest li parka Debbagoglu daxwuyanîyê bidin çapemeniyê, lê di çarçova dijberiya rayedarên dewleta AKPê li hemberî zimanê kurdî de, waliyê parêzgeha kurdî ya Wanê destûr neda ku ev daxwaza DISA-DERê cih were.

Walîtiyê bersiv da serlêdanê û diyar kir: "xwestekên we hatin lekolîn kirin, çalakîya we ya daxuyaniya çapemeniyê, bi kesên ku tevlî bibin ve dê aramî û hizûrê xera bikin û bibe sedema provaksiyon û tehrîkan. Ji ber vê yekê em destûrê nadin bernama daxuyanîya çapemeniyê "