Sibat 21, 2019 13:51 Asia/Tehran
  • Erdhej li Tirkiyê

Erdhejek bi giraniya 5.1 Rîşteran duh berêvarê ser wextê xwecî bakura rojava Tirkiyê hejand.

Pars Today li ser vê erdhejê ragihand ku ev erdheja ku saet 18:23 ser wextê xwecî li devera Marmareya Tirkiyê qewmiye,  ji nuqteya 10 kîlometriya bin erdê despê bûye.

Televîziyona TRT ya dewleta Tirkiyê jî ragihand ku ev erdheja ji bilî devera Marmareyê gelek dever û  bajarên din ên Tirkiyê ji wan Stenbolê jî hejandiye.

Hîn ti raporek derheq xisar û kuştî û birîndarên ji ber vê erdhejê belav nebûye.

Roja sêşemê 12 Sibatê jî erdhejeke 4.8 rîşterî deverên navendî yên Tirkiyê hejandin.