Sibat 21, 2019 13:42 Asia/Tehran
  • Parlemana Ewropayê rapora rawestandina danûstandinên bi Tirkiye re pesend kir

Parlemana Ewropayê, rapora rawestandina danûstendinên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) yên di çarçova endametiya vî welatî di nav Yekitiya Ewropayê de bi 47 dengên Erê û 7 dengên Na pesend kir.

Rapora ku bi pêşengiya Parlementera Hollandî Kati Piri û ji aliyê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlemana Ewropayê ve hatibû amadekirin, bi 47 dengên erê hate pesendkirin.

Herwiha 7 endamên Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlemana Ewropayê dengê Na dane wê raporê.

Di raporê de girtina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş û Osman Kavala, girtina 160 dezgehên çapemeniyê û gellek babetên din wek kiryarên derqanûnî yên Tirkiyê hatine nirxandin.

Di rapora Kati Piri de  desnîşan bûye ku  Tirkiye wek namzedê Endametiya YE cixîzên sor ên vê Yekitiyê binpê kirine û netenê vî welatîti pêşketin li warê mafê miropvan bi dest nexistiye  belkî li gelek warên mafê mirovan jî paşve çûye an bişûnda maye û bi eşkera mafê mirovan binpê dike.

Yek ji babetên girîng ên raporê jî, binpêkirinên mafê mirovan ên li Efrînê ne. Di raportê de hatiye gotin ku Artêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike, Kurdên sivîl ji Efrînê derxistine, dest daniye ser mal û milkên wan û mal û milkên wan talan kirine. Herwiha ji Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyê hatiye xwestin ku berdêla ziyanên ku hatine kirin dabîn bikin.

Di raporê de ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên mafê mirovan ên bajarên kurdî li Tirkiyê jî, ji Tirkiyê re destpêkirina çareseriya aştiyane hatiye pêşniyazkirin.

Di raporê de di derbarê pêwendiyên Serokatiya Karûbarên olî û Dezgeha Sîxurî ya Netewî(MİT), girtina 78 hezar kesan, di tekoşîna dijî terorê de binpêkirina mafên mirovan, operasyonên revandinên derveqanûnî yên li welatên din û gellek babetên din de gazinde li Tirkiyê têne kirin û tê xwestin ku Tirkiye dev ji van kiryaran berde.

Di vê çarçovê de berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy, li dijî rapora Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Ewropayê bertek nîşan da û got: Giraniyeke hiqûqî ya vê raporê tuneye û ew nayê qebûlkirin.