Sibat 20, 2019 20:34 Asia/Tehran
  • Rêberê Tehrîr ul Şamê birîndar bû û bo Tirkîyê hat veguhestinê

Ajanseke nûçan a Ûrsêtê idia kir ku Rêberê koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê Abu Mihemed Cewlanî piştî ku li Idlibê bi giranî birîndar bû jibo dermankirinê bo nexweşxaneyeke dewletê li Entakîyê li parêzgeha Hataya Tirkîyê hat veguhestinê.

Ajansa Nûçan a Sputnikê idia kir: Rêberê koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê Abu Mihemed Cewlanî piştî ku li Idlibê bi giranî birîndar bû jibo dermankirinê bo nexweşxaneyeke dewletê li Entakîyê li parêzgeha Hataya Tirkîyê hat veguhestinê.

Li gorî vê raporê, Cewlanî roja Duşemê danê êvarê di encama teqîna bombê li Idlibê ji serê xwe bi giranî birîndar bûye û bo nexweşxana dewletê ya Entakîyê hatîye veguhestinê. Li gorî agahîyan pirtîyên bomba hatîye teqandinê li serê Rêberê koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê ketine û ji mejîyê wî xwîn herikîye lewma ketîye ber niştegerîyê û niha li pişka taybet tê parastin û tê gotin ku rewşa wî pirr xedar e.

Şayanî gotinê ye ku 2 rojan berî niha 2 maşînên bombekirî li navenda Idlibê hatin teqandinê ku di encamê de 16 kes hatin kuştinê û nêzîkî 100 kesî jî birîndar bûn.