Sibat 17, 2019 11:23 Asia/Tehran
  • Serokê Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê: Ji bo girtina pêşiya serketina HDP em ê namzedên xwe li deverên kurdî diyar bikin

Serokê Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê(BBP) Mustefa Destici li çarçova Hilbijartina Şaredariyan a 31 Adara 2019 li Tirkiyê got: Ji bo girtina pêşiya serketina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) em ê namzedên xwe li parêzgehên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê (deverên kurdî) diyar bikin.

Televîziyona NTV a Tirkiyê ragihand: Mustefa Desticî di axivtinekê de bal kişand ser Hilbijartina Şaredariyan a 31 Adara 2019 li Tirkiyê û got:  Partiya me kiryarên pêwîst ji bo hilbijartinan li parêzgehên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê (kurdistana vî welatî) despê kirine. Li  parêzgehên wekî Agirî, Batman, Bîngol, Colemêrg, Îdir, Qers, Mûş, Sirt, Şirnex û Dêrsimê em ê namzedên xwe bidin nasandin ji bo ku em bikarin li van parêzgehan rê li ber serketina HDP bigirin.

Desticî yê serokê BBPê ku bawerî bi mafê kurên Tirkiyê tine dibêje: Ji ber hestyariya me li van parêzgeh û gişt bajarên wan em ê namzedên xwe diyar bikin û me biryara cid daye ku bê kêmasî hewldanên xwe li van parêzgehan zêde bikin.

Hejî gotinê ye ku Desticî li 30 deverên hilbijartinê piştgiriya xwe ji namzedên Hevalbendiya Komarê anku Hevalbendiya partiya serdest a AKP û partiya nijadperest a MHP diyar kiriye.