Sibat 16, 2019 19:27 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bicihkirina Patriyota amerîkî li dewsa S-400 a Rûsiyayê qebûl nekir

Terseyî xebatên Waşîngtonê ,Tirkiyê bicihkirina Patriyota amerîkî li dewsa S-400 a Rûsiyayê ret kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnîkê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li gotinên xwe yên îro şemiyê got: Me bona kirrîna S-400 tev Rûsiyayê peymannameyek îmza kiriye û heta nikarin pêngavek jî paşda bizivirin.

Pêştir Amerîka gef li Tirkiyê xwaribû ku eger Enqere sîstema S-400 ji Rûsiyayê bikirre, ev welata sîstema berevaniya hewayî ya Patriyotê nade Tirkiyê.

Erdogan li vê barê got: Tirkiye amade ye Patriyotan ji Amerîka bikirre bi şert û merca ku gor xêr û qazanca me be û hevkariya ji bo çêkirina dabînbûna hêtibarê û wergirtina zû ji şert û mercên me ne û bo me girîngin.

Di meha Kanûna 2017an de Rûsya û Tirkiye li ser firotana mûşekên S 400 bo Tirkiyê bi qerz lihev kiribûn. Tirkiyê beşeke pereyan bi xwe dide û beşê din wek qerz dimîne.

Derbarê gotûbêjên Washington û Enqerê li ser kirîna Patriota Amerîkî, Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihandibû, kirîna sîstema mûşekî ya Patriota Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, ti pêwendiya wê bi firotana sîstema S 400 a Rûsî re nîn e. Moskow û Enqere ji bo bicihkirina girêbesta xwe berdewam in.

Pêştir çend rojnamên Amerîkî belav kiribû, yek ji sedemên biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê vedigere ser  firotana sîstema mûşekî ya Patriota bo Tirkiyê .