Erdogan ji hitmala operasyona hevpar a Tirkiye, Îran û Rûsyê li Idlibê agahî da
Anegorî rojnameyeka Tirkiyê, serokomarê vî welatî ji hitmala operasyona hevpar a Tirkiye, Îran û Rûsyê li Idlibê bona sekinîna li hember terorîstan agahî da.
Li goprî rapora rojnama Huriyetê ya Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, li axivtinekê gotiye ku hitmala operasyona hevpar a leşkerî ya Tirkiye, Îran û Rûsyê li parêzgeha Idlib a Sûriyê heye.
Li gorî rapora Spûtnîkê, rojnama tirkiyeyî ya Huriyetê, îro şemiyê ji axiftina Erdogan a li ser hitmala operasyona hevpar a Tirkiye, Îran û Rûsyê li Idlibê bona sekinîna li hember terorîstan agahî da.
Anegorî vê raporê, Erdogan di vî warî da got: "Her gavê pêkan e ku operasyona hevpar a Îran, Tirkiye û Rûsyê li Idlibê anegorî rewş û şertûmercan pêk were. Di vî warî de tu pirsgirêkek tuneye. Tivdîrên ku têne girtin ji ber aramî, kêfxweşî û serketina xelkê Idlibê ne".
Gotinên Erdogan li halekî ne ku ew roja pêncşemiyê li Sûçiya Rûsyê beşdarî civîna hevpar a tev serokomarê Îran û Rûsyê bibû. Eva çaremîn civîna sêalî ya serokomarên sê welatan bû.
Serokomariya Tirkiyê ragihand, di civîna Soçiyê de, bo çareseriya krîza Sûriyê, xebatên siyasî û meydanî hatin gotûbêjkirin.