Sibat 16, 2019 10:12 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Amerîkayê nêrîneka yekgirtî jibo derketin aji Sûriyê tuneye

Serokomarê Tirkiyê roja Îniyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku di dewleta Amerîkayê da tu hevgirtinek jibo biryardanê tuneye, got: Koşka Sipî nikare nêrîneka yekgirtî derbarê derketina ji Sûriyê hebe.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê got: Helwêstên Trump hertim guherîne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Çarşemiyê 19ê Kanûna 2018an piştî 7 salan nekarîna têrorîstan jibo hilweşandina dewleta qanûnî ya Sûriyê ragihand ku hêzên amerîkî bi zûtirkê dê ji Sûriyê derkevin. Ev biryara Trump hela cih nehatiye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Serokomarê Tirkiyê her wiha amaje bi cinayeta kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevabnê rexnekir ê siûdî kir û got: Rêxistina zanyariyên navendî ya Amerîkayê (CIA) berovajoya îdiayên xwe, bi hûrgillî bala xwe nedaye ser vê mijarê.

Erdoxên destnîşan kir: Erebistana Siûdî jibo darizandina kujerên Xaşiqçî demê dikuje û heta niha tu kesek mehkeme nekiriye.

Rojnameya Washington Postê vê dawiyê bi raporekê ragihandin ku Waşîngton û Riyaz hewil didin ku kuştina Xaşiqçî bi awayekî şîrove bikin ku rola Mihemed Bin Selmanê welîehd têda were înkarkirin.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekir ê siûdî roja Sêşemiyê 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li Stembolê wenda bû.

Rêjîma Siûdî roja 19ê Cotmehê piştî 18 rojan bêdengî û derewandinê, serê axir di bin zextên Civata Cîhanî piştrast kir ku Cemal Xaşiqçî li nav Konsolxaneya vî welatî hatiye kuştin.