Mala Leyla Guven ji aliyê polîsê Amedê hat dorpêçkirin
Hevgavê destpêbûna meşê li bajarên curbicur ên Tirkiyê bona piştgiriya ji Leyla Guven, parlemantera vî welatî ser bi partiya Demokratîke gelan li 15 parêzgehên Tirkiyê, polîs Amedê mala wî dorpêç kirin û derdora mala wî fensên hesinî girêdane.
Li gorî rapora kurd pressê, hevgavê destpêbûna meşên curbicur bona piştgiriya ji Leyla Guven, parlemantera Tirkiyê ser bi partiya Demokratîke Gelan li 15 parêzgehên Tirkiyê û reftara tund a hêzên polîsê Tirkiyê li hember van meşana, polîsê Amedê li 100 mîn roja gireva birçîbûnê ya vê nûneran parlemana Tirkiyê dest bi dorpêçkirina tam a mala wê bi fensên hesinî kirine.
Meşên piştgiriyê ji Guven ku ji sê rojan berî niha li beşên curbicure navçên kurdnişîn ên Tirkiyê destpê bûye birayr bû îro ji heft riyên curbicur derbasî nava Amedê bibin û ber bi mala Guven ve herin ku ev meseleya rastî berteka tund a Sulêyman Soylû wezîrê karên hundir ê Tirkiyê û tivdîrên tund ên ewlehiyê hêzên polîsê Tirkiyê hat.
Tivdîrên ewlehiyê li derdora mala Guven girantir bûne.