Sibat 15, 2019 10:24 Asia/Tehran
  • Erdogan: Demajoya Astanê plana herî serkevtî ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê ye

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyb Erdogan demajoya Astanê plana herî serkevtî ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê zanî.

Li gorî rapora televîzyona Rusia Al Yewmê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan derbarê civîna sêalî ya Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Soçîyê de got: Demajoya Astanê çi di warê rawestandina pevçûnan, çi di arê cihanîna agirbesê, çi di warê aştîyê û çi di warê kivşkirina deverên kêmkirina gêreyê da, plana herîmezin a serkevtî ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê bû.

Erdogan di pişkeke din a xeberdana xwe da pêgirî kir, di halekî da ku hewil tê dayînê idî kes li Sûrîyê neyê kuştinê, hin welatên rojavayî hela jî hewil didin ku pevçûn li Sûrîyê bên domandinê.

Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê, di civîna Soçîyê da derbarê encamên muzakirên Astanê û destpêkirina demajoyên sîyasî yên navxweyî, yekperçetîya axê, serwerîya vîna gelê Sûrîyê û hevkarîya di qonaxa jinûveavakirina vî welatî da rawêjkarî kirin.

Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di 22`yê Mijdara sala 2017ê da jî li Soçîyê, di 4`ê Nîsana sala 2018`an de li Enqerê û di 7`ê Îlona sala 2018`an de jî li Têhranê derbarê qeyrana Sûrîyê de civîyabûn.