Sibat 14, 2019 15:58 Asia/Tehran
  • Berbijarên HDP`ê yên Agrîyê hatin girtinê

Hêzên Polîs ên Agrîyê 55 çalakên sîyasî yên kurd girtin ku Evdilrehman Dogar û Yelîz Karaaslan berbijarên HDP`ê yên şaredarîya vî şarî di hilbijartinên herêmî da jî di nav wan da ne.

Li gorî rapora Rojnama Duwarê, Hêzên Polîs ên Agrîyê 55 çalakên sîyasî yên kurd girtin ku Evdilrehman Dogar û Yelîz Karaaslan berbijarên HDP`ê yên şaredarîya vî şarî di hilbijartinên herêmî da jî di nav wan da ne.

Ew kesana di çarçova lêkolînên Dozgerê Cimhûrîyetê yê Tirkîyê li Agrîyê têkildarî dosîya PKK`ê da hatine girtinê.

Li gorî agahîyan, fermana girtina 58 kesan hatîye dayînê û bi dû vê fermanê Hêzên Polîs û Candirme li navenda Agrîyê opêrasyoneke berfire li Patnos, Tûtak, Dogu Bazîd, Dîyadîn, Taşlicay, Hamûr û Alişkirdê destpê kirine û heta vê gavê 55 kesên ku navê wan di lîsteya Dozgerê Cimhûrîyetê yê Tirkîyê da hatîye, girtine.