Sibat 14, 2019 07:33 Asia/Tehran
  • Navenda hilbijartinê ya berbijarê AKP`ê ket ber êrişê

Mêdyayên Tirkîyê ragihandin ku navenda hilbijartinê ya berbijarê AKP`ê li şarê Adanayê ket ber êrişê.

Li gorî rapora malpera Televîzyona T24`ê, kesên nenas şeva buhurî bi mootofan êrişî navenda hilbijartinê ya Fikret Yênî berbijarê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya li şarê Adanayê kirin.

Fikret Yênî kesekî nêzîkî Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan e ku 2 hefteyan berî niha jî kesekî nenas bi kêrê êrişî wî kir.

Duh herwiha nivîsgeh û depora Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li parêzgeha Izmîrê hat şewitandin. Parêzgeha Izmîrê yek ji cihên rikeberî û gêreya têkildarî hilbijartinan a di navbera alîyên sîyasî yên Tirkîyê da ye.

Hilbijartinên Şaredarîyan li Tirkîyê yê zêdetir ji meheke din bên lidarxistinê lê rikeberîyeke giran di navbera partîyan ji bo bidestxistina dengan heye û ew rikeberî li hin cihan vediguhere gêreyê.

Hilbijartinên Şaredarîyên Tirkîyê bi merema kivşkirina şaredarên 81 parêzgehan yê di 31`ê Adarê da bên lidarxistinê.