Sibat 13, 2019 19:58 Asia/Tehran
  •  Tirkiye dê bibe mazûvanê muzakirên aşitiyê li Efxanistanê

Civîna nûnerên taybet ên Emerîka û Rûsiyê li karûbarên Efxanistanê, 22 Sibatê li Enqera paytexta Tirkiyê were lidarxistin.

 Zemîr Kabolof, nûnerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Efxanistanê li civîneke rojnamevaniyê ev yeka raghand. Wî her wiha got: 22 Sibatê ezê bi Zulmay Xelîl zad hevtayê xwe yê emerîkî re li Enqera paytexta Tirkiyê hevdîtinê pêk bînin.

 Nûnerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Efxanistanê di dewamê de her wiha destnîşan kir: Tirkiye wek navçeyeke  bêalî, riya herî pêkan bo mazûvaniya vê civînê ye. Wî her wiha got: Tirkiye akotereke giring li EFxanistanê ye loma me pêşniayra gotûbêjên dualî li bara vî welatî daye rayedarên Tirkiyê.

 Kabolof hêvîdariya xwe li bara alûgurên  vê dawiyê li pêvajoya aşitiya Efxanistanê diyar kir û got: Em hêvî dikin îsal şerê 17 salî li Efxanistanê kuta bibin û ev welata ji terorîzm û madên narkotîk paqij bibe.

 Wî bal kişand ser vê yekê ku gelê Efxanistanê daxwaza aşitî û avedankirina welatê wxe dikin û got: Ew pir çalak in û dikarin encamên baş bi dest bixin û Mosko amadeyî piştgiriya ji gelê Efxanistanê li vê riyê ye.

 Nûnerê taybet ê serokkomarê Rûsiyê li karûbarên Efxanistanê bal kişand ser rola hin welatên navçê li pêvajoya aşitiya Efxanistanê û destnîşan kir: Pakistan û Îran bona çareserkirina mesela Efxanistanê dikarin  roleke giring  hebin.