Tirkiyê li bara dewama xebata li Idlibê agahî da
Berpirsa pişka çapemeniyê ya erkantiya artêşa Tirkiyê raghand: Li gor hevhatina Rûsiyê û Tirkiyê bona girtina pêşiya karesateke însanî xebatên Enqerê li Idlibê didomin.
Li gorî rapora IRNA`yê, sergurd Nadîde Şebnem Aktop ji berdevkên artêşa Tirkiyê îr o çarşemiyê li civîna rojnamevaniyê li erknatiya atêşa Tirkiyê li bara xebatên Tirkiyê li Minbicê jî got: Li encama peywendiyên li astên curbicur bi Emerîkayê re, li çarçoveya plana rê ya Minbicê û tivdîrên ewlehiyê ji 1 Mijadara 2018`an,11 xebatên hevpar yên geştê bi Emerîkayê re cih hatine. Wî her wiha got: Armanca Tirkiyê paqijkirina tam a Minbicê ji endamên çekdar ên kurd ên Tirkiyê, paqijkirina tam a çekên giran ên van komana , valakirina tama navçê ji komên çekdar û dabînkirina ewlehiyê ye.
Li gor gotina Aktopê, li encama xebatên navbuhurî û pêkhatina aramî û ewlehiyê, rêveberiya Minbicê radestî encamên xwecihî bûye û sûrî dê vegerin navçên ku paqij bûne.
Berpirsên Tirkiyê li heftiyên derbasbûyî bi caran li bar amadetiya artêşa vî welatî bona mudaxila eskerî li Minbicê agahî dane û Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî li bara demeke diyarî bo valakirina navçê ji endamên PKK agahî dabû û berpirsên eskerî yên Tirkiyê jî bi caran raghandine ku amadetiyên pêdivî cih hatine.