Sibat 13, 2019 19:48 Asia/Tehran
  •  Tirkiyê qebûl nekir ku beşdarê civîna Werşoyê bibe

Wezareta karên derve ya Tirkiyê beşdariya vî welatî li civîna du rojî ya Werşoyê nemumkin da zanîn.

 Li gorî rapora Tesnîm News`ê, rayedarekî pilebilind ê Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja sêşemiyê li bara mijara beşdariya vî welatî li civîna Verşoyê ji rojnama  Huriyetê çapa Tirkiyê re got ku beşdariya  siyasî ya Tirkiyê li civînekê ku tenê welatek kiriye hefdef, ne mumkin e.

  Vî rayeadrê Wezareta karên derve ya Tirkiyê destnîşan kir ku Enqere tu nûnerekî naşîne civîna Verşoyê û balyozxana  Tirkiyê li Polandê dê vê mijarê bişopîne.

 Rojnama  Gardiyenê çapa Londonê raghand ku welatên bi nav û deng ên ewrûpî li astên  jêrîn dê beşdarê civîna Verşoyê bibin û Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya  Yekitiya Ewrûpayê ji ber mahiyeta li dijî îranî ya vê civînê, naxwaze ku beşdarê  vê civînê bibe.

 Civîna du rojî ya Verşoyê ku ji aliyê wezîrê karên derve yê Emerîkayê hatiye plankirin, îro  çarşemiyê li paytexta Olandê destpê bûye. Ewilî  hat raghandin ku ev civîna  bona rawestana li ber Îranê tê lidarxistin, lê piştî wê  ji ber rexneyên  zav ên civaka  cîhanî, Emerîkayê raghand ku  ev civîna  dê ser mesela Rojhilata Navîn bisekine.