Sibat 12, 2019 20:09 Asia/Tehran
  •  Hişyariya Çînê bo xelkê vî welatî bo sefera Tirkiyê

Balyozxana Çînê li Tirkiyê bo sefera Tirkiyê hişyarî da welatiyên xwe.

 Li gorî rapora IRNA`yê, bi zêdebûna  pirsgirêkên navbera Pîken û Enqerê ser uyxorên  navça bi otonomî a Sînkiyangê li bakurê rojava Çînê, Pikenê ji welatiyêîn xwe re raghand ku bila  haje seferên xwe bo Tirkiyê hebin.

 Balyaozxana  Çînê li daxûyaniya xwe aniye, geştyarên çînî ku sefera Tirkiyê dikin divê haje mesele û aloziyên siyasî hebin û haje mal û milkên xwe jî hebin.

 Pêştir jî Wezareta karên derve ya Tirkiyê li daxûyaniyekê li bara mirina  Ebdulrehîm Heyat, dutarvan û stranbêjê uyxorê, rexne kiribû, Pîkenê mirina vê stranbêjê uyxorê red kiriye. 

 Tirkiyê herwiha hebûna  kampên  eqîdetî û hîndekariyê yên dewleta Çînê bo uyxorên  tirkziman êna Sînkiyang weke karesatekê  bo mirovahiyê dabû zanîn û bi tundî Pîken rexne kiribû û daxwaza têkbirina  van navendan kiribû.