Sibat 12, 2019 18:19 Asia/Tehran
  •  Wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê li sefera Enqerê: Li bara Idlibê û rojhilata Firatê hin pêngav hatine rakirin

Sergeyî Şoygo, wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê ku ser deweta Xilûsî Akar, wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê sefera Enqerê kiriye li hevpeyvîna bi hevtayê xwe yê tirk re li axivftinekê diyar kir: Li bara Idlibê û rojhilata Firatê hin pêngav hatine rakirin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê rojnama  Haber Turkê, Sergeyî Şoygo, wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê ku ser deweta Xilûsî Akar wezîrê bervaniyê yê Tirkiyê sefera Enqerê kiriye, li Wezareta berevaniya  neteweyî ya Tirkiyê ji aliyê Akar ve  bi fermî hat pêşewazîkirin û piştî wê du wezîran civînek lidarxistin û pişt re beşdarê civîneke rojnamevaniyê bûn.

 Akar li press konferansa xwe diyar kir:  Him bona dabînkirin û dewama aşitî û ewlehiya navçê û cihhatina agirbesê û him jî bona piştgirî û parastina  maf û berjewendiyên  welatê me û her wiha  dabînkirina  ewlehiyê, divê bi Rûsiyê re li hemî astan bikevin têkiliyê.

 Wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê li axiftinên xwe de diyar kir:  Ez bawer im ku li vir  li bara mijarên  giring bi taybet mesela Sûriyê emê bikaribin hevdîtinên baş pêk bînin.  Emê rewşê bo hevdîtina serokkomarên du welatan li 14 Sibatê li Sûçiyê amade bikin.