Sibat 12, 2019 17:20 Asia/Tehran
  • Hikmê girtina 1112 kesan bi tawana endametiya li Koma Gulen

Operasyona girtina 1112 endamên koma Fethulah Gulen li 76 bajarên Tirkiyê ji îro ve destpê kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê li Paytexta Tirkiyê, Enqerê û 76 bajarên Tirkiyê operasyoneke mezin li dijî rêxistina Gulen hate destpêkirin: Di encamên destpêkê de biryara girtina 1112 kesan hate derxistin.

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê da zanîn Navend Enqere û  li 76 bajarên Tirkiyê li dijî rêxistina Fethullah Gulen operasyonek hate destpê kirin.

Hate ragihandin biryara girtin û binçavkirina 1112 kesan hatiye derxistin, ku piranî fermanber û hêzên ewlekariyê ne.

Operasyon îro demjimêrên spêdê zû hate destpê kirin.

Wezirê navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu beri du rojan bi daxûyaniyekê dabû zanîn: Ew dê li dijî rêxistina Gûlen, operasyonek berfireh bidin destpê kirin.

ji dema darbeya serneketî ya Tirkiyê ve heya niha, zêde ji 77 hezar kes hatine girtin û li bendê ne ku dosyên wan werin şopandin.

Di encama darbeya serneketî ya Tirkiyê li Tîrmeha sala 2016`an de nêzî 250 kes jî hatine kuştin.

Piştî darbeya serneketî ya 15ê Çileya 2016an li dijî dewleta Tirkiyê, bi dehan hezar kes bi tawana endamtiya li nav Koma Gulen li vî welatî hatin girtin û derdora 120 hezar kes ji şolên dewletê hatin derxistin.

Dewleta Enqerê îdia dike ku Fethullah Gulen û alîgirên wî bi damezirandin akomekê û bi bandora li nav rêxistinên dadwerî, perwerdehî, leşkerî û saziyên din ên hikûmetê, darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an organîze kirine; Lê Gulen van îdiayên Enqerê red dike.