Sibat 12, 2019 11:06 Asia/Tehran
  • Mehmûd Osman: Tirkiye dijminatiya hemû Kurdan dike

Siyasetmedarê Kurd yê Iraqê Mehmûd Osman got Tirkiye dijminatiya Kurdan li her devereke cîhanê dike û di dijminatiya xwe de cudahiyê naxe navbera Kurdan.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman derbarê siyaseta Tirkiyê ya li dijî  Kurdan de ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Tirkiye dijminatiya Kurdên li Tirkiyê û Iraqê dike û di dijminatiya xwe de cudahiyê naxe navbera Kurdan. Ev dijminatî kevn e û êdî her kes siyaseta Tirkiyê dizane.”

Mehmûd Osmand diyar kir ku gelek îdiayên dewleta Tirkiyê û hikumeta AKP’ê hene qaşo dostaniya Kurdan dikin û wiha dewam da gotina xwe: “Lê kiryarên Tirkiyê rastiya wan nîşan didin. Di hundirê Tirkiyê de bi milyonan Kurd dijîn û Tirkiye li dijî wan siyaseta qirkirin û binçavkirinan dide meşandin. Heta niha bi hezaran Kurdên ku nêrînên xwe ji bo doza Kurdî nîşandane binçav kirine.”

Mehmûd Osman destnîşan kir ku ne tenê li Tirkiyê, li her deverî gefan li hebûn û îradeya Kurdan dixe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Efrîn mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Tirkiyê Efrîn dagir kir, kuştin û koçkirin li ser gelê wê pêk anî.