Sibat 11, 2019 20:04 Asia/Tehran
  • Meşa HDP`ê li Istenbolê hat astengkirin

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin li Qada Taksîmê ya Istenbolê ji bo piştgirîya ji greva birçîbûna Hevseroka KCDê Leyla Guven a li dijî tecrîdê, meşekê li dar bixin, lê polîsan qad dorpêç kirin û pêşî li meşa parlamenter û hevserokên HDP`ê girtin.

Polîsan li kolana Istiqlalê ya Istenbolê meşa parlamenter û hevserokên HDP`ê asteng kirin û ji wan xwestin belav bibin. Li hemberî vê yekê hevserok û parlamenterên HDP`ê çalakiya rûniştinê destpê kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP`ê Sezaî Temellî li cihê çalakiyê daxuyanî da û got ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku Parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê destpê kirîye, ev 96 roj in berdewam e û ew weke HDP bi hemû awayî piştevaniya wê çalakiyê dikin ku armanca wê, rakirina tecrîda li ser rêberê PKK`ê Abdula Ocalan e.

Sezaî Temellî diyar kir ku ew dixwazin li welatekî bijîn ku welatê hiqûqî be û hemû mafên wan parastî bin û wiha pê de çû: “Em dixwazin li vî welatî dewleta hiqûqê hebe, em dixwazin demokrasî hebe û komareke demokratîk bê avakirin, em berevaniyê ji desthilata dadweriya bê alî û serdestiya yasa û mafên mirov dikin, ji bo ku tevahiya wan tiştan bêne bidest xistin divê destpêkê tecrît bê rakirin.  Leyla Guven jî 96 roj in bo wê yekê hewl dide, em jî dengê xwe ligel dengê Leyla Guven bilind dikin û em amade ne beşdariyê di xebata wê de bikin. Eva xebata tevahiya Tirkiyê ye, ev xebat ji bo daxwaziyeke asayî nîne, eva xebatek e ku ji bo Tirkiyê daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê dike.

Parlamentera HDP`ê ya Amedê Feleknas Ocayê jî li koma nûçegîhanan diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û meşa piştgirîya ji helwesta Leyla Guvenê berdewam bikin.