Sibat 10, 2019 17:07 Asia/Tehran
  • Meşa HDP`ê ya piştgirîya ji Leyla Guvenê ji 15 bajaran ber bi Amedê ve

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), amadekariyan dike ku di 100`emîn roja greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê de li 15 bajaran meşan organîze bike û pişkdarên wan meşan bera xwe bidin Amedê û di 15`ê Sibatê de li wî şarî bicivin.

Li gorî rapora Rojnama Yeni Yaşamê, HDP`ê berî niha ragihandibû ku roja 15`ê Sibatê di 100`emîn roja greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê de yê li 15 bajaran dest bi meşê bike û pişkdarên wan meşan bera xwe bidin Amedê û di 15`ê Sibatê de li wî şarî bicivin.

Meşên ku dê li Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlîg, Dîlok û Rihayê destpê bikin, dê li ber deriyê mala Guven a Amedê bidawî bibin.

Li gorî agahîyan, di siet 12`ê roja 15`ê Sibatê da yê daxûyanîyek li ber derê mala Leyla Guvenê li taxa Baxçilara Amedê were xwendinê.