Sibat 09, 2019 17:29 Asia/Tehran
  • Tirkiyê alavên nû yên leşkerî şandin ser sînorê Sûriyê

Artêşa Tirkiyê alavên nû yên leşkerî şandin ser sînorê Sûriyê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Tirkiyê bi armanca bihêzkirina leşkerên xwe karwanek din a ku, ji çek û alavên giran pêk tê rêdike ser sinorê Sûriyê.

Karwanekî leşkerî yê Artêşa Tirkiyê li gel hejmareke mezin a wesayîtên zirîpoş ji bo bicihkirina wan li sînor, ji bo navçeyên sînorî hatin şandin.

Şeva bûrî 08-02-2019an hejmarek wesayîtên leşkerî û tîmên Komando yên Artêşa Tirkiyê gihiştine bajarê Kilîsê.

Tîmên Komando û karwanê wesayîtên zirîpoş di bin rêkarên tund ên ewlehiyê de bi mebesta bicihkirina wan li gel yekîneyên leşkerî li ser sînorê Sûriye, ber bi deriyê sînorî yê Oncupinar ve hatin şandin.

Eva hefteyek e ku liv û tevgera hêzên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê bi rêya şandina hêzê bo ser sînor zêde bûye.

Îro Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzeke din ji otombîlên leşkerî, çekên giran û serbaza rêkirin Sûriyê.

Berpirsên Tirkiyê tekez dikin ku, amadekariyên wan ji pêkanîna operasyona Rojhelatê Feratê bi dawî bûne û ew tenê li benda biryara destpêkirina operasyonê ne.