Sibat 09, 2019 17:24 Asia/Tehran
  • Çawûşoxlû: Bila NY lêkolînan jibo aşkirakirina berûlayên nediyar ên dosyeya Xaşiqçî destpê bike

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê careka din destnîşan kir: NY divê lêkolînekê derbareya dosyeya kuştina Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekir ê siûdî dest pê bike.

Li gorî rapora ISNAyê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja Îniyê l nav koma nûçegihanan got: Tirkiye encama lêkolîna NY li ser kuştina Xaşiqçî mijareka girîng dizane û pêngavrakirina NY jibo destpêkirina lêkolîna fermî di vî warî da pêwîst e.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha got: Tştê ku di rapora roja Pêncşemiyê ya NY derbarê kuştina Xaşiqçî amaje pê hat kirin, li gorî encamên lkolînên Enqeê ye.

Çawûşoxlû di dewamê da careka din daxwaza damezirandina komîteyeka navneteweyî derbrê vê dosyeyê û destpêkirina lêkolîneka navneteweyî jibo aşkirakirina berûlayên girîng ên vê dosyeyê kir.