Gotinên serokomarê Tikriyê derbarê pêkanîna "Navçeya Ewleh" li Sûriyê
Serokomarê Tirkiyê got: "Armanca pêkanîna "Navçeya Ewleh" li bakurê Sûriyê divê dûrkirina komên têrorîst ji sînorên Tirkiyê be".
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ISNAyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê îdia kir: "Enqere dê nema rê bide ku 'Navçeya Ewleh" a ku Tirkiye dixw2aze wê li bakurê Sûriyê ava bike, bibe navendek jibo cudatîxwazên kurd".
Serokomarê Tirkiyê her wiha got: "Enqere amade ye bi aliyên ku dil hene piştgiriya locêstîkî ji navçeya 'Ewleh' a hitmalî bikin, hevkariyê bike".
Angaştên Erdoxên li halekî ne ku Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê bi Twîtekê tevî amajeya bi destpêbûn apaşvekişiyana çekdarên amerîkî ji Sûriyê û pêgiirya ser pêkanîna navçeya Ewleh li 20 mayliya sînorê vî welatî û Tirkiyê, hişyarî dabû Enqerê ku eger êrîşî ser mîlîtanên Kurd ên alîgirê Amerîkayê bike, Amerîka dê abora Tirkiyê xopan bike.
Tikriye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û PKKê wek "Rêxistinên Têrorîst" bi nav dike.