Jan 22, 2019 17:55 Asia/Tehran
  • 34 kedkarên Tirkiyê bi tawana endamtiya li nav koma Gulen hatin girtin

34 kes ji kedkarên wezaretxaneyên cûrbicûr li Tirkiyê bi tawana têkilliya digel rêxistina Fethullah Gulen hatin girtin.

Li gorî rapora roja Sêşemuiyê ya Tasnim Newsê, Dozgeriya Enq2erê ragihand ku di dewama lêkolînên derbrê koma Gulen da, 34 kes ji kedkarên hin wezaretxaneyan ji wan Wezareta Paqijî û Parastina Daristan û Xwezayê hatin girtin.

Li gorî ragihandina Dozgeriya Enqerê, 31 kes ji vê hejmarê pêştir ji viya ji karê xwe hatibûn derxistin.

Her wiha li nav hêzên çekdar jî 51 kes hatin girti9n ku 33 kes ji wan erka eskeriyê dikin û yên mayî derecedar in.

Piştî darbeya serneketî ya 15ê Çileya 2016an li dijî dewleta Tirkiyê, bi dehan hezar kes bi tawana endamtiya li nav Koma Gulen li vî welatî hatin girtin û derdora 120 hezar kes ji şolên dewletê hatin derxistin.

Dewleta Enqerê îdia dike ku Fethullah Gulen û alîgirên wî bi damezirandin akomekê û bi bandora li nav rêxistinên dadwerî, perwerdehî, leşkerî û saziyên din ên hikûmetê, darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an organîze kirine; Lê Gulen van îdiayên Enqerê red dike.

Nêrîn