Çile 20, 2019 18:16 Asia/Tehran
  • PYD: Ya ku dewleta Tirkîyê li Efrînê kir, wekî karê DAIŞ`ê yê li Şingalê bû

Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a Sûrîyê (PYD) di daxûyanîyekê de bi boneya yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê bi destê Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê di 20`ê Çilleya sala 2018`an de, ragihand: Çawaku koma têrorîst a DAIŞ`ê li Şingalê dest bi komkujîya Kurdên Êzidî kir, dewleta Tirkîyê jî li Efrînê ew kara kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a Sûrîyê (PYD) di daxûyanîyekê de bi boneya yekemîn salvegera dagirbûna Efrînê bi destê Artêşa Tirkîyê û terorîstên ser bi Enqerê di 20`ê Çilleya sala 2018`an de, ragihand: Efrîn berî ku were dagirkirinê bajarê herîewleh ê Sûrîyê bû û gelê vî şarî ketin ber êrişên nemirovane yên Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê. Di encama wan êrişan de bi sedan sivîl hatin kuştinê û bi sedan hezar kes jî aware bûn. Çawan ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li Şingalê dest bi komkujîya Kurdên Êzidî kir, dewleta Tirkîyê jî li Efrînê ew kara kir. Dewleta Tirkîyê gel neçarî terikandina warê xwe kir û demogirafîya vê herêmê diguherîne.

PYD`ê di dewama wê daxûyanîyê da pêgirî li ser pêwîstîya pêngavrakirina lezgîn li hemberî sîyasetên dewleta Tirkîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê kirîye û ragihandîye: Divê xelkên cîhanê piştgirîyê bidin demajoya vegera gelê Efrînê di nav ewlehîya tam ser warê xwe da, gelê ku di encama sîyasetên dewleta Tirkîyê yên komkujîyê da neçar maye mal û milkê xwe biterikîne. Gelê Efrînê li hemberî têrora dewleta Tirkîyê û komên ser bi wê li ber xwe dide.