Çile 20, 2019 17:51 Asia/Tehran
  • Civîna tecareta navçeyî ya di navbera Tirkiyê û Îranê li bajarê kurdnişîn ê Wanê dê bi rê keve.

Civîna berfirehkirina tecareta navçeyî ya di navbera Tirkiyê û Îranê dê roja sêşemê 22 Çileyê bi pişkdariya 100 karsazên îranî û tirkiyeyî li bajarêbajarê kurdnişîn ê Wanê dê birê keve.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê a ji zarê agehdariyên belavbûyî ji aliyê Civata Pêşekar û bazirganên serbixwe ya Tirkiyê (MÛSIAD) Civîna berfirehkirina tecareta navçeyî ya di navbera Tirkiyê û Îranê dê roja sêşemê 22 Çileyê bi pişkdariya 100 karsazên îranî û tirkiyeyî li nivîsgeha MÛSÎADê li bajarê kurd nişîn ê Wanê dê birê keve.

Hatiye ragihandin ku li vê civînê Ebdulrehman Kan serokê MÛSÎADê û Zekî Gurcîn serokê komîsiyona peywendiyên navnetewî û tecareta derveyî ya vê saziyê û karsazên Îranê û nûnerên ajansa berfirehkirina rojhilata Anadoluyê an DAKAyê dê li ser mecalên sermayedanîna li her du welatan biaxivin.

Zekî Gurcîn Zekî Gurcîn serokê komîsiyona peywendiyên navnetewî û tecareta derveyî ya MÛSÎADê bal kişande ser zêdebûna danûstandinên tecarî di navbera Îranê û Tirkiyê û hêviya xwe daye diyarkirin ku li sala nû ya mîladî ev dan û istandinên hanê zêdetir bin.