Çile 12, 2019 18:33 Asia/Tehran
  • Hikmê girtina nûnera meclisê li dadgeheka Tirkiyê hate dayîn

Dadgehek li Tirkiyê hikmê girtina parlimantera Partya Demokratîk a Gelan (HDP) ji parêzgeha Şanlî Ûrfayê li meclisa vî welatî da.

Li gorî rapora malpera rojnama Miliyetê ya Tirkiyê, dozgeriya Şanlî Ûrfayê ragihand ku , Ayşe Sûrûcû tawanbar e li axivtina xwe ya li civînekê ku 2`ê Mijdara 2016`an li Sûrûçê hate lidarxistin, ser xêra Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) teblîx kiriye.

Hekem piştî çêwirîna bi parêzerên vê nûnera meclisê ku beşdarî civîna duh a dadgeha xwe nebibû, hikmê girtina wê ya ji bo amadebûna bi zorê li civîna tê ya mihakimê da.

Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji aliyê dewleta Tirkiyê ve wekî komeka terorîstî hatiye nasîn.