Çile 12, 2019 17:24 Asia/Tehran
  • Parêzera Leyla Guvenê: Rewşa bedenî ya Leylayê pirr xedar e

Gülşen Özbek, Parêzerê Leyla Guvenê, parlementera zindanî ya Colemêrgê li Parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) piştî hevdîtina bi muwekila xwe ra rewşa wê ya bedenî gellek qeyranî wesifand.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Rojnameya Huriyetê, Gulşen Ozbek (Gülşen Özbek) Parêzerê Leyla Guvenê, parlementera zindanî ya Colemêrgê li Parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) piştî heşt rojan ji dawîn hevdîtina xwe bi muwekilê xwe di 66emîn roja greva Birçîbûnê ya vê parlementera Kurd a Parlimana Tirkiyê bi wê ra hevdîtin pêk anî û li gotûbêja digel nûçegihanan rewşa bedenî ya Leyla Guvenê gellek xerab da zanîn.

Gulşenê piştî hevdîtina bi Leyla Guvenê ra li Zîndana Tîpa E ya Diyarbekirê li axaftina xwe got: Leyla ji hêla  bedenî va di rewşeka gellek hesas da ye. Haya pizişkan bi xerabiya rewşa bedenî ya wê heye û di hewşa zindanê da ambûlans bi awayê 24 saetî di rewşa amadetiyê da ye. Leyla Guvenê heta niha tu destwerdaneka pizişkî qebûl nekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku Leyla Guven, parlementerê HDPê li Parlimana Tirkiyê ji roja 8ê Mijdara 2018an da wek nerazîtiya li hemebrî zindanîbûna demdirêj a Ebdullah Ocalan rêberê zindanî yê PKKê û nebûna agahdariyê derbarê rewşa wî ya saxlemiyê, di zindana Edirneyê da ketiye greva birçîbûnê ya bêsînor..