Weşandina belgeyekê li bara guhestina terorîsan bo Sûriyê ji aliyê Tirkiyê
Medya Swêdê belgeyên nepenî weşandin ku nîşan didin Rêxistina Îstixbatata Tirkiyê( MIT) li sala 2014`an hejmareke zêde ji terorîstên tekfîrî derbasî nav Sûriyê kirin.
Malpera Nordic Monitor roja îniyê belga hevkariya Tirkiyê li guhestina terorîstên tekfîrî bo Sûriyê ji riya sînorên hevpar weşand û nivîsî: Operasyona Rêxistina Îstixbarat Tirkiyê(MIT) wextekê hat eşkerekirin ku polîsê vî welatî bona peydakirina duotobûsên ku bona guhestina terorîstan ji cihekê bo ciheke din li Sînorê Sûriyê dihatin xebtandin, hat bankirin.
Vê malperê destnîşan kir ku li vê belgeya du rûpelî ku ji aliyê Îsmaîl Heqî Mûsa, alîkarê wê serdemê yê serokê Îstixbarata Tirkiyê û balyozê niha yê vî welatî li Fransayê hatiye îmzekirin hatiye ku lêzanînên li bara guhestina tekfîriyan bo Sûriyê ji sirrên dewletî yên Tirkiyê ne û nabe bên weşandin.
Li gorî vê raporê, terorîstên tekfîrî, 9 Çilla 2014`an ji aliyê çend otobûsên MITê ji riya derbasgeha sînorî ya Akca Kelayê û bêyî tu lêgerînekê bi hinek çek û sîlehan derbasî nav axa Sûriyê bûne.
Malpera Nûrdîk Manîtorê li rapora xwe aniye 10 Çillê polîsê Tirkiyê daxûyaniyek wergirt ku tê de hatibû îdiakirin ku du otobûs li halê guhestina madên narkotîk in, lê polîsê Tirkiyê piştî geriyana wan 40 sindûqên çekên giran keşf û zevt kirin.
Şofêrên van du otobûsan li jêpirsînê li xwe mukir hatin ku du otobûsên hilgirê terorîstên tekfîrî ji aliyê MITê hatine kirêkirin û pêştir jî kiryarên bi vî rengî kirine.
Nordic Monitor destnîşan kir: Mustefa Serlî, dozgerê giştî yê Tirkiyê ku berpirsiyariya lêkolîna li bara vê dosiyê hebû ji ber hegerên nediyar ji serokatiya vê dosiyê hat wêdebirin û Komalî Tolu dozgerê giştî yê nû yê Tirkiyê jî ev dosiya girêda û raghand ku hegerek bo dewama lêkolîna li bara wê tine.