Şerta Tirkiyê bo kirrîna sîstema mûşekî ya Patriyotê (Patriot) ji Emerîkayê
Wezîrê karên dreve yê Tirkiyê kirîna sîstema mûşekî ya patriyotê (Patriot) ji Emerîkayê bi şertekê qebûl kir ku Waşengton ser riya cihanîna hevhatina Enqerê bi Moskowayê re bo kirrîna sîstemn berevaniya mûşekî ya S400 ji Rûsiyê berbendan çêneke.
Li gorî rapora Reuters`ê, Mewlûd Çawûşoglu roja Pêncşemiyê ragihand ku ger Waşengton bixweze Enqerê bi îbtalkirina peymana kirrîna sîstemên bereaniya mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê neçar bike, dê hevhatina dawiyê bo kirîna mûşekên patriotê ji Emerîkayê serê xwe negre.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku Tirkiye dê şertên dasepandî ji aliyê Emerîkayê va li bara kirrîna sîstemên berevaniya mûşekî ya S-400ê ji Rûsiyê qebûl neke.
Waşengtonê ji Enqerê xwestiye ku kirrîna sîstema berevaniya mûşekî ya Rûsiyê îbtal bike û Emerîka jî sîstemên berevaniya hewayî ya patriyotê raberî Tirkiyê bike.
Nehê Kanûna buhurî wezarta berevaniya Emerîkayê raghand ku Wezareta karên derve ya vî welatî ji Kongireyê re raghandiye ku peymana muhtemel a firotina sîstema patriyotê bo Tirkiyê bi qasî 3 milyar dular û nîvê qebûl kiriye.