Çile 09, 2019 10:11 Asia/Tehran
  • Armancên seredana Bolton a Rojhilata Navînê

Şirovekarekî meseleyên sîyasî yên Tirkîyê, seredana Rawêjkarê Ewelhîya Netewî yê Amerîkayê John Bolton bo Tirkîyê di çarçova sîaysetên destwerdanê yên Waşîngtonê ji bo guhertina oergala cîhanî da zanî.

Rehmetullah Şerîfî li hevpeyvîna digel Radyoya Tirkî ya Istenbolî ya Îranê dema şirovekirina armancên seredana yekrojî ya Rawêjkarê Ewelhîya Netewî yê Amerîkayê John Bolton bo Enqerê pêgirî kir ku Bolton û hevfikrên wî dixwazin bi sûdwergirtina ji hêza leşkerî ya Amerîkayê, hin planên xwe yên nû li cîhanê cih bînin. 

Wî herwiha got: Amerîkî armancên xwe di asta cîhanê da nemze li herêmê ser bingeha ewlehî û istiqrara Rêjîma Sîyonîst dişopînin.

Şerîfî herwiha got: Amerîka ji ihtimala êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê bi merema jinavbirina komên çekdar ên vê herêmê ditirse û ewê di çarçova sîaysetên xwe yên destwerdanê da nizane.

Wî şirovekarê meseleyên sîyasî yên Tirkîyê herwiha got: John Bolton ji rayedarên Tirkîyê xwestîye ku êrişî komên çekdar ên li bakura Sûrîyê neke lê dûr xûya dike ku Enqere ji helwesta xwe ya dijî wan komana were xarê.