Dec 18, 2018 19:29 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Amerîka û Tirkiyê bi awayê veşartî hin karan dikin

Berpirsê pêwendiyên derveyî yê Tevgera Civata Dêmokratîk a Kurdên Sûriyê (TevDem), Salih Muslim li axaftinekê gefên vê dawiyê yên Tirkiyê derbarê êrîşa leşkerî ser rojhilata Firatê nirxand û tevî amajeya bi hevdîtinên vê dawiyê navbera rayedarê Amerîka û Tirkiyê, gotiye: "Amerîka û Tirkiyê dixwazin hin kiryarên ku em pê nizanin bui awayê veşartî pêk bînin. Gefên Tirkiyê, ragihandina şêrr li dijî hemî kurdan e".

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê HAWAR Newsê, Berpirsê pêwendiyên derveyî yê Tevgera Civata Dêmokratîk a Kurdên Sûriyê (Tev-Dem) di dewama gotinên xwe da aniye: "Em pê nizanin kanê Tirkiye û Amerîka bi awayê veşartî çi karan dikin. Lê hêzên navçeyê ji billî gelê xwe, pişta xwe nedaye tu hêzekî din. Li Efrînê bombeyên NATO'yê li dijî kurdan hatin bkaranîn. Tirkiye ji bo ku tu destkefteka kurdan tunebe, hertim hewil dide. Ji ber vê yekê carna berê xwe dide NATOyê û carna xwe davêje bextê Rûsiyê. Amerîka jî ji aliyekî va naxwaze ku Kurdan ji dest bide, lê li aliyê din jî Tirkiye heye. Tirkiye endamê NATOyê ye û hevpeymanê Amerîkayê. Amerîka naxwaze me û wan ji dst bide. Erdoxan û dewleta Tirkiyê herî zêde vê rewşê li ser xêra xwe bi kar tîne".