Kanûn 18, 2018 11:57 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em her dem ji bo êrişa ser bakura Sûriyê amade ne

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got ku artêşa Tirkiyê ji bo êrişa ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî amade ye.

Serokkomarê Tirkiyê duh di merasîmeka taybet bi Mewlana re li Qonyayê axivî û got: Artêşa Tirkiyê her dem amade ye êrişî ser kurdan li bakura Sûriyê bike. Erdogan bi mihaneya ku YPG ser bi PKK ye dil heye bakura Sûriyê her wek hin deverên din ên Sûriyê dagîr bike.

Serokomarê tirk îdia kir ku heke komên kurd ên çekdar li bakura Sûriyê terka vê deverê nekin artêşa Tirkiyê amade ye li operasiyona li dij Rojhilata Firatê wan ji vê deverê derxe.

Serokkomarê Tirkiyê herwiha di vê axivtina xwe de aşkere kir ku wî derbarê pêkanîna operasyonê bi serokomarê Amerîkayê Donald Trump ra xeberdaye û bersiva Trump bo operasyona Firatê erênî bûye.