Kanûn 16, 2018 19:55 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana Konfedrasyona Sendîkaya Karkeran dijî hikûmeta Tirkîyê

Xwpêşandana Konfedrasyona Sendîkaya Karkeran (KESK) li bajarê Amedê birêve çû û têde bi tundî rexne li siyaseyên hikûmeta Tirkiyê hate girtin.

Beşdarên di xwepêşandanê de dane xuyakirin ku rê li ber karê sendîkayan tê girtin û ev 2 sal in ku guvaşeke mezin li ser wan heye û  hejmareke zav ji endamên wan bê sedem ji kar hatine derxistin.

Xwepêşanderên endamê KESK`ê herwiha rexne ji danîna Qeyûman li şaredariyan girtin ku di encama wan de çendîn kes ji kar hatine derxistin û daxwaz kirin ew kesana careke din vegerin ser karên xwe û xwestin ku siyaseta danîna qeyûman were bidawîhanînê. 

Wan di beşeke din a gotarên di mîtîngê de, bal kişandin ser wan guhertinên ku bi ser xwezaya Kurdistana Tirkîyê de hatiye û dan xûyakirin ku xwezaya gundên kurdnişîn hatiye têkdan û gelek kes neçar mane ku dest ji jiyana xwe ya li gundan berdin û di nava bajaran de bê kar bimînin.

Beşdarên xwepêşandanê herwiha dan xûyakirin ku pêwîst e lêpîrsîna ewlekariyê li ser karkeran were rakirin û yasayên di hukma qamûnê de, ku di encama wan de 4500 kes ji kar hatine derxistin bêne rakirin û ew kes careke din vegerin ser karên xwe.