Çawûşoglu sersariya Ewrûpayê li hember kuştina Xaşuqçî rexne kir
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bêdengiya welatên ewrûpî li hember mijara kuştina Cemal Xaşuqçî rexne kir.
Li gorî raporaFars Newsê, Mewlûd Çawûşoglu roja yekşemiyê li civîna Civata Dûhaya Qeterê got ku Enqere ji hemen destpêkê ve li bara lêkolîna li bara kuştina Cemal Xaşuqçî micid bû lê welatên ewrûpî çavê xwe ser vê kuştinê girêdane.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku faylên dengî li bara dosiya rojnamevanê rexnegirê siûdî diselimîne ku pêştir bo kuştina wî plan û bername hatibû darêştin.
Çawûşoglu destnîşan kir ku viyana Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bona şopandina lêkolînên li bara kuştina Cemal Xaşuqçî cidî bûye û Enqerê hin belge û lêzanîn li bara vê cinayetê dane welatên ku dixwezin vê meselê bişopînin.
Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê Rejîma Alê Siûd 2 Cotmeha 2018`an piştî çûyîna nav konûslxana Erebistanê li Stembolê wenda bû û piraniya çavkaniyên nûçan ragahndin ku ser fermana rasterast a Muhemed Bin Selman welîehdê siûdî hatiye kuştin.