Kanûn 15, 2018 18:48 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Eger li hemberî Erdogan teslîm dibûm niha li dewsa zîndanê , di nav koşk û serayê da dijiyam

Hevserokê berê yê HDP`ê li dadgeha Enqerê û li berevaniya ji xwe got: "Eger li hemberî Erdogan teslîm dibûm niha li dewsa zîndanê , di nav koşk û serayê da dijiyam".

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) li dewama civîna şopandina tawanên wî li dadgeha 19 a Enqerê ji xwe berevanî kir û got: "Ez berbijarekî serokkomaiyê me ku 6 milyon kes dengê xwe dane min, ez nûnerê partiya xwe me û bêrêziyê qebûl nakem, eger bê û hetanî kutahiya jiyana xwe di zîndanêdabim jî qet hiqaretê qebûl nakem".

Hevserokê zîndanî yê HDP`ê li civîna dadgehîkirina xwe gote qaziyan: "Hûn cî û mewqiya xwe bi nedirustî bikar digrin. hûn ji meqama xwe dijî kesên ku dengê xwe dane min û dijî nasnameya siyasî ya min istifade dikin û bi vê qirarê dixwazin qawetê bidine hikûmetê, hûn nerezamendiya me qebûl nakin hema ji civîna destpêkê heta niha me xwest ku dengê gotûbêjên me bi hevra bê zebtkirin lê we ev xwesteka me ret kiriye".

Demîrtaş ragihand: "Eger hukmê dadgeha heq û mafê mirov ê Ewrûpayê tu peywendiyek bi we tune pes çima eva 2 sal in ku wezareta dadweriyê li wir ji xwe berevaniyê dike, bi vê biryarê derket ku hûn pirtir ji min siyasetmedar in, kifş bû ku hûn li nav vê salûnê siyasetmedar in, li nav vê salûnê kifş e ku kesê herî bêheq û maf em in, hukmê dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê peywendî bi we heye, me bo vî hukmî xebatên zav kirin, em qebûl nakin ku hûn vî hukmî binpê bikin.