Kanûn 15, 2018 17:46 Asia/Tehran
  • Pêkutiya Tirkiyê li ser dewama operasyona leşkerî ya li bakûra Iraqê

Wezareta karên derve ya Tirkiyê, li daxuyaniyekê li ser dewama operasyona leşkerî ya li bakûra Iraqê pêgîrî kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê malpera televîzyona TRT ya Tirkiyê, wezareta karên derve ya Tirkiyê li daxuyaniya xwe ragihand: Artêşa vî welatî heya dema ku hebûna komên terorîst li Iraqê berdewam be, wê operasyona xwe ya dijî van koman bidomîne.

Herwiha li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin: Tivdîrên pêwîst ji bo girtina pêşiya derbeya li kesên sivîl di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li bakûra Iraqê hatine girtin.

Tirkiye di van du salên buhurî de ji bo ji navbirina endamên PKK`ê, êrişên hewayî û topxaneyî ser bargehên vê partiyê yên li bakûra Iraqê ji nûve destpê kirine û ev êrişane rastî berteka tund a Bexdayê ve hatine.

Li gorî amarên ku hatine belavkirin di vê midehê de herîkêm 600 hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û zêde ji heft hezar endamên PKK`ê hatine kuştin.