Kanûn 14, 2018 19:59 Asia/Tehran
  •  Erdogan: Em nikarin kuştina Xaşuqçî jibîr bikin

serokomarê Tirkiyê roja îniyê li axiftinekê li yekem konferansa teşkîlatên dadweriyê yên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stembolê destnîşan kir ku welatê wî nikare bûyera kuştina Cemal Xaşûçî jibîr bike û bi tenê ev welata vê cineytê dişopîne.

 Li gorî rapora Anadolu Newsê, Receb Teyib Erdogan li bara kuştina rojnamevanê rexnegirê Alê Siûd li konsûlxana Erebistanê li Stembolê got: Em nikarin vê meselê jibîr bikin. Cizaya kuştinê li ola me diyar e û tenê Tirkiye  mesela cinayeta kuştina Xaşuqçî dişopîne.

 Wî her wiha got: Sebebkarê vê cinayetê li gorî min diyar e.

 Li faylên dengi yên têkildarî kuştina Xaşuqçî, navên kesên herî nêzîkî welîehdê Erebistanê jî kivş bûne.

 Erdogan her wiha diyar kir: Cihê qewimîna  kuştina Xaşuqçî diyar e. Nîkî Hêylî, balyoza Emerîkayê li NY jî midehek berî niha eşkere behsa rayedarên siûdî kir. Hêylî  li vê barê axift û navê hin kesan anî ziman.

Serokkomarê Tirkiyê her wiha diyar kir: Edalet dê cih were. Duh hin alûgur li Senaya Emerîkayê li vê barê qewimîn û dê ev mijara bidome. Ji ber ku me hemî lêzanîn raberî rêxistinên îstixbaratî yên Emerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa û Erebistanê kirin û me got ku her kesê ku bixweze, emê van lêzanînan bidin wan. Edalet bingeha hakimiyetê ye û em li çarçoveya cihhatina edaletê vê yekê dikin.

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekir ji Rêjîma Siûdî roja Sêşemiyê 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê li Stenbûla Tirkiyê wenda bû.

Rêjîma Siûdî roja 19ê Cotmehê piştî 18 rojan bêdengî û derewandinê, serê axir di bin zextên Civata Cîhanî piştrast kir ku Cemal Xaşiqçî li nav Konsolxaneya vî welatî hatiye kuştin.